10 reasons to vote for KrF in Kurmanji

10 sedemên dengdana ji bo Partîya Gelê

Partiya Gel a Xiristiyan – bi hev re ji bo rûmeta mirovahiyê

  1. Bihayên herdemî
    Partiya Gel a Xiristiyan dixwaze bihayên ku Norwec li ser hatiye avakirn biparêze, ji ber ku ev yek
    nikare bê piştguhavêtin. Eger em rehên xwe nas bikin, em di rûbirûbûnên xwe yên bi gel û çandên
    nû re bêhtir bi bawer dibin. Rûmeta mirovan, xêrxwazî û kardarîtî ew biha ne yên ku siberoj li ser tê
    avakirin.
  2. Dem û azadiya malbatan ji bo hibijartinê
    Karvedana Partiya Gel a Xiristiyan ji bo malbatên ku zarokên wan ên biçûk hene, raste rast e:
    demeke bêtir û azadiya hilbijartinê. Çareseriyên standardkirî yên kêmtir Divê malbat bên xurtkirin –
    ne kontrolkirin. Partiya Gel a Xiristiyan dixwaze azadiya hilbijartinê bide malbatan, ji bo ku her kes
    bikare çareseriyên ku li gorî wan û malbatên wan in hilbijêre.
  3. Civakeke temen dost
    Divê li Norwecê mezinbûn rehet û ewle be. Partiya Gel a Xirîstiyanan di wê baweriyê de ye ku
    dema wê yekê ye ku kesên bi kal û pîrên xwe re eleqedar in, bên teqdîrkirin. Ji bo vê jî Partiya Gel
    a Xiristiyan ji bo dixwaze xwe piştgiriyek ji kesûkarên wan re bê diyarkirin. Divê berfirehkirina cihên
    hemşîrekirinê dewam bike û xizmetên lênêrîna li malan bên xurtkirin.
  4. Rûmeta mirovan di hemû qonaxên jiyanê de
    Hemû mirov wekhev bi biha ne. Em ê di hemû qonaxên jiyanê de ji bo rûmeta mirovahiyê têbikoşin.
    Divê tu kes neyê veqetandin! Partiya Gel a Xiristiyan piştgiriyeke baştir dixwaze ji bo malbatên
    ku xwedî zaroyên xwedî pêdiviyên taybet in. Em bi tundî li dijî mirandina nexweşan û lawazkirina
    parastina qanûnî ya ji bo jiyana zaroyên ji dayik nebûyî ne. Her lêdanake dil hêjayî wê çendê ye em
    ji bo têbikoşin!
  5. Pîşesazî û afirandina kar
    Îro gelek kes li derveyî jiyana kar in. Partiya Gel a Xirîstiyanan wê bixebite daku xelkên zêdetir bên
    tevlîkirin. Ji bo gelek malbatan pandemîk bûye sedemê bêkariyê. Divê em mirovan vegerînin ser
    karê xwe.
  6. Piştgîriya yên herî hewcedar dikîn
    Partiya Gel a Xiristiyan aliyê kesên herî zêde di nava civakê de bêtawîz in digire. Em ê ji bo
    çavdêrîkirina bikarberên madeyên hişber, zaro û karkirna xurtan, piştgiriyê bidin aliyên nehikûmî û
    xwebexş. Ev girîng in ji bo pêşîgirtin û alîkariya mirovên di rewşeke xetere de ne.
  7. Veguhastinek baş ji baxçê zarokan bo dibistanê
    Destpêkeke baş di dibistanê de bingeha gelek salên girîng di jiyana zarok de didane Partiya Gel a
    Xirîstiyanan dixwaze li dibistan û baxçeyên zaroyan hejmareke mezintir a kesên xwedî berpirsyarî
    hebe. Em dixwazin sala yekemîn a dibistanê bê guhartin bo xwendina pêşdibistanê ku têde lîstik,
    ewlehî û têkilî roleke sereke bilîzin.
  8. Civatên herêmî yên çalak
    Partiya Gel a Xiristiyan dixwaze tevahiya welat bi kar bîne! Em çandiniyeke bihêz dixwazin ku
    bibe encama zêdebûna berhemanîna xwarinê, dahatek baştir ji bo cotkaran û parastina zeviyên
    çandiniyê bi awayeke baştir. Ev yek wê li tevahiya welêt kar peyda bike. Partiya Gel a Xiristiyan
    rêyên ewle û toreke rêhesinê ya bi pêş xistî dixwaze. Em dixwazin çareseriyên veguhastinê yên giştî
    baştir û berfirehtir derbasî tevahiya welêt bibin.
  9. Siyaseteke tûnd û berpirsyar a avhewayê
    Partiya Gel a Xiristiyan dixwaze erdê ji nifşên siberojê re biparêze. Krîza avûhewayê beriya her
    yekê, ji bo belengazên cîhanê dibe krîz. Mirov neçar in birevin û berpirsyariyek me ya alîkariyê
    heye. Bi qutkirina berdana gazên ziyanbexş ên navxweyî û tevkariyeke aktîf a navneteweyî re divê
    em di rawestandina guhertina avûhewayê de pişikdar bin.
  10. Xêrxwazî tu sînoran nas nake
    Divê em ti carî zêde li xwe bawer nebin! Berpirsyariyek me heye ku em alîkariya belengaz û
    bindestên cîhanê bikin. Partîya Gelê Krîstyan dixwaze alîkarî û diravên pêşvebirinê di astek bilind
    de biparêze, ji ber ku em dibînin ku ew guhertinê çê dike!